Amerîka û Belçîka namzedbûna Mesrûr Barzanî bi erênî dinirxînin
PeyamaKurd - Amerîka bi namzedbûna Mesrûr Barzanî ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê xweşhal e. Belçîka jî piştevan dibe.
Cîgirê Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka bo Karûbarên Iraq û Îranê Andrew Peek li hejmara xwe ya Twitterê nivîsî û tê de xweşhaliya ji namzedbûna Mesrûr Barzanî ji aliyê Parlemantoya Kurdistanê ve derbirî.
Terrific day for KRG - look forward to working more with my friend @masrour_barzani https://t.co/ckOcH6EYTz
— Andrew Lewis Peek (@AndrewLPeek) 11 Haziran 2019
Andrew Lewsi Peek li ser hesabê xwe yê medya civakî nivîsand: “Rojeke girîng e ji Herêma Kurdistanê re, bi xweşhalî çaverê me kar bi hevalê xwe Mesrûr Barzanî re bikim.”
Ji aliyekî din ve, Belçîkayê piştevaniya xwe ji kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê re nîşan da.
Balyozê Belçîka li Urdin û Iraqê Hendrik Van de Velde jî li hesabê xwe yê medya civakî nivîsand: Belçîka hevbeşeke rasteqîne ya acendayên kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Mesrûr Barzanî dibe û li ser asta navdewletî jî Belçîka piştevan û hevahengkara Hewlêrê dibe û ji Mesrûr Barzanî û kabîneya nû re serkeftin xwest.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin