Mesrûr Barzanî bi sanda bilind a Amerîkî re civiya
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistan Mesrûr Barzanî, îro 11ê Tîrmehê li Hewlêrê pêşwazî li şandeke Amerîkî ya bi serokatiya cîgirê alîkarê Wezîrê Berevaniyê yê ji bo Kar û barên Rojhilata Navîn Danielle Shapiro kir.
Balyoza Amerîka li Iraqê Alina Romanowski, Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê General Joel Vaul û Rêvebera Encûmena Asayişa Niştimanî ya Amerîka li Iraq û Sûriyê Nicole Softness di civînê de amadehî kirin.

Di civîna ku pêşhatên dawî yên li Iraq û Sûriyê hatin gotûbêjkirin de, Cîgirê alîkarê wezîrê berevaniya Amerîka, piştevaniya welatê xwe ji bo Herêma Kurdistan û hêzên pêşmerge tekez kir û got, Herêma Kurdistanê hevbeşeke girîng û stratejîk ya Amerîkayê ye û daxwaza welatê xwe bo pêşxistina zêdetir a hevkarî û hemahengiya ewlehî û leşkerî li gel Hikûmeta Herêma Kurdistaniye anî ziman.
Mijara sereke ya civînê gotûbêjkirina pêşketinên taybet bi çaksaziyên wezareta Pêşmerge bû û di wê derbarê de cîgirê alîkarê wezîrê berevaniya Amerîka, spasiya hewl û karkirina berdewam a Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û diyar kir ku Amerîka û hevpeymanîya navdewletî dê berdewam bin li ser alîkarîkirina hêzên pêşmerge bo şerê dijî terorîstan bi taybet terorîstên DAIŞê.
Mesrûr Barzanî jî spasiya berdewamiya piştevaniya Amerîkayê ya bo Herêma Kurdistanê kir û tekezî li ser bihêztirkirina peywendiyên dualî di warên cuda cuda de kir.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin