Mesrûr Barzanî bi sanda bilind a hikûmeta Almanya re civiya

07 berfanbar 2022 23:15
Mesrûr Barzanî bi sanda bilind a hikûmeta Almanya re civiya

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 7ê Kanûnê li paytext Hewlêrê pêşwazîya şandeke bilind a hikûmeta Almanyayê kir.

Di şanda Almanyayê de, Rêveberê Beşa Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ya li Wezareta Derve ya Almanyayê Tobias Tunkel, Balyozê Almanya yê li Iraqê Martin Jaeger û Konsulê Giştî yê Almanya yê li Herêma Kurdistanê Klaus Streicher cî digirtin.

Piştî civînê hat ragihandin ku rewşa giştî ya Iraq û navçeyê û pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Almanyayê hatine gotûbêj kirin.

Herwiha di civînê de, li ser girîngiya bicihanîna rêkeftina Şingalê û derketina milîs û hêzên çekdar ên neyasayî û sazkirina zemînekê ji bo asayîkirina rewşa Şingalê û vegera koçberan ji bo cih û warên xwe, hate rawestîn.