Bi tohmeta endamtiya Rêxistina Gulen 184 efser hatin girtin
23 adar 2021 14:30
PeyamaKurd – Îstixbaratê MITê ya Tirkiyê, vê sibehê Kibris jî di nav de li 53 navnîşanan, di nava hêzên çekdarên Tirk de operasyonek mezin pêk anî.
Di encama operasyonê de, bi tohmeta endamtiya Rêxistina Gulen, 184 efser hatin girtin. Ji wan efseran 123, hîn di nava hêzên çekdar de xwedî post in. Di nav wan efseran de, hinek jî xwediyê pileyên bilind in.
Dewleta Tirk, hemû hewldanê dide ku artêşa xwe ji endamên Cemaeta Gulen pak bike, lê ev yek zehmet e û dê bigîhe kijan qonaxê jî nayê zanîn.
Ji roja, 13.10.2020ê heta 23.3.2021ê pênc operasyonên mezin di nava Artêşê de hatine kirin û 934 efser û erkdar hatine girtin. Piraniya wan jî xwediyê pileyên bilind in.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Ermenistan ji endamtiya Rêxistina Peymana Kollektîf ya Hevkariyê vedikse
12 hzr 2024
Jiyan
Li Tirkiye 4 kesên biyanî bi tohmeta endamtiya DAISê hatin girtin
13 mjd 2021
Cîhan
Bi tohmeta endamtiya KCKê 19 kes hatin desteserkirin
07 cot 2021
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin