Li Tirkiye 4 kesên biyanî bi tohmeta endamtiya DAISê hatin girtin
13 mijdar 2021 13:59
PeyamaKurd – Di encama operasyoneke li dijî rêxistina terorî ya DAIŞê, ya li bajarê Yozgatê yê Tirkiyê de, 4 kesên biyanî ku hatibûn desteserkirin, ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.
Hêzên Ewlekariyê yê Tirkiyê, di 9ê Mijdara 2021an de li navçeya Sorgun ya ser bi bajarê Yozgatê yê Tirkiyê ve bi hevahengiya Serdozgeriya Komarê ya wê parêzgehê li dijî rêxistina terorî ya DAIŞê operasyonek pêk anîbûn û di encamê de 4 kesên biyanî bi tohmeta endamtiya wê rêxistinê hatibûn desteser kirin.
Li gor agahiyên di medyaya Tirkiyê de belav bûne, ew 4 kesên biyanî ku hatibûn desteserkirin, do 12ê Mijdara 2021an ji aliyê dadgehê ve hatine girtin û ew 4 kes şandine girtîgehe.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Bi tohmeta endamên DAISê ne 5 kesên biyanî hatin desteserkirin
19 trm 2022
Jiyan
Li Tirkiyê 24 kesên Iraqî bi tohmeta endamtiya DAISê hatin girtin
05 cot 2020
Cîhan
Li Enqerê 22 kesên Iraqî bi tohmeta endamtiya DAISê hatin desteserkirin
26 adr 2021
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin