Ermenistan ji endamtiya Rêxistina Peymana Kollektîf ya Hevkariyê vedikse

13 hezîran 2024 02:06
Ermenistan ji endamtiya Rêxistina Peymana Kollektîf ya Hevkariyê vedikse

PeyamaKurd – Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşinyan ragihand ku Ermenistan ji endamtiya RPKHê vedikşe. Wê ji rêxistinê kengê vekişin dê ew biryarê bidin. Rêxistin berê di bin serpereştiya Rûsyayê de hatibû avakirin lê Ermenistan, piştî Azerbeycanê karabaxê ji wan sitend, dixwaze vê biryarê bide.

Paşinyan di meclisê de di wexta bersivên parlementeran dida got ku bi sedema rêxistin berpirsiyariyên xwe neaniye cîh, wê rê xistinê derên û nema dagerin nav rêxistinê.

Wezîrê karên derve yê Ermenistanê Ararat Mirzoyan jî got ku gotinên Paşinyan nayê vateya ku dê niha ji rêxistinê derên lê wê biryarê li ser navê Ermenistanê bidin. Dema biryarê dan nema dikarin ji biryara xwe dagerin.