Berhem Salih nameya îstifayê ji parlamenê re sand
PeyamaKurd – Serdokomariya Iraqê ragihand ku Serokomar Berhem Salih nameyek pêşkeşî perlemana Iraqê kiriye û amadehiya xwe ya bo karvekêşanê derbiriye.
Hat ragihandin ku di nivîsareke fermî ya serokomariya Iraqê de ku hat ragihandin ku ligel hemû rêz û pêzanînan bo rêzdar Esed Îdanî, bi daxwaza lêborînê ve, ew piştîvanîya wî nakin wek kandîdê hevpeymanîya Elbîna bo wergirtina posta serokwezîrtiyê.
Li ser posta serokomar de jî di nivîsarê de hatiye gotin, “Ti xêr di postekê de nîne ku mifaya gel tê de nebe. Lewma amadeyîya xwe bo dest ji kar vekişandinê dixim pêşîya Civata Nûneran (Parlamena Iraqê) û li jêr ronahîya berpirsiyartîya wan wek nûnerên gel, bila biryarê bidin, ka çi bi guncayî dibînin.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin