Papa Francis: Nameya min a îstifayê, amade ye

19 berfanbar 2022 01:00
Papa Francis: Nameya min a îstifayê, amade ye

PeyamaKurd- Rêberê rûhanî yê Katolîk û Serokê Dewleta Vatîkanê Papa Francis, ji bo çapemeniya Îspanyayê axivî û bal kişand ser rewşa berdewamiya erka xwe. Papa da zanîn ku heger ew ji ber tenduristiyê nikaribe erka xwe pêk bîne, ew ê îstifa bike.

Papa Francis, di hevpeyvîna xwe ya bi rojnameya ABC ya Îspanyayê re li ser rewşa îstifayê axivî û da zanîn ku nameya wî ya îstifayê, 9 sal in amade ye. Papa got,

"Min îstifaya xwe nivîsand û radestî Sekreterê berê yê Vatîkanê (Serokwezîr) Kardinal Tarcisio Bertone kir û jê re got, 'Ev îstifaya min e ku ji ber sedemên tibî an jî tiştekî din ê ku ez nekarim bixebitim.' Ez nizanim Kardinal Bertone ew name daye kê, lê ez bawer im ku daye Wezîrê Karên Derve yê nû Pietro Parolin.”

Papa Francis di peyama xwe de got, “Niha hin kes dê biçin Bertoneyê û dê bibêjin ‘Wî kaxezî bide min’ û divê nameya îstifayê ya Wezîrê Karên Derve yê berê Bertone ku di sala 2013’an de dest ji erkê berdabû divê niha li Parolinê be û da zanîn ku Papa Piusê 12emîn (1939-1978)  û Papa Paulus ê 6emîn (1963-1978) jî nameyên xwe yên îstifayê yên bi vîrengî, bi vî awayî di pêşî de amade kiribûn.

Di dema roportajê de ji Papa hat pirsîn bê ka tu yê ji Papayê piştî xwe re çi bibêjî? got ku “Min ê bigota ku xeletiyên min kirine, tu nekî. Ewqas. Wekî din min tiştek jî nedigot.”