Macron û Berhem Salih jî bi bernameya sîxurî hatine guhdarkirin!

21 tîrmeh 2021 17:28
Macron û Berhem Salih jî bi bernameya sîxurî hatine guhdarkirin!

PeyamaKurd – Sepana bi navê Pegasus a kompaniya îsraîlî ku tê gotin, ji bo mebestên cuda bêhtirî 50 hezar kes li seranserê cîhanê bi awayekî sîxurî guhdar kiriye, hat îdiakirin ku bi rêya telefonên wan guhdariya Serokomarê Iraqê Berhem Salih û Serokomarê Fransayê  Emmanuel Macron jî kiriye.

Li gor encamên lêkolîna Rêxistina Efûyê ya Mafê Mirovan û zêdeyî 15 dezgehên medyayî, li çend welatên cîhanî hikûmetên welatan bernameya “Pegasus” ya ji bo karên sixûrî ya Kompaniya NSO a Îsraîlê kirîne û li telefonên bi hezaran  rojnamevan, akademîsyen, siyasetmedar û çalakvanên mafê mirovan bar kirine ku hejmara wan zêdetirî 50 hezar kesan e.

Rojnameya Washington Post ragihand ku îhtimale Serokkomarê Iraqê Berhem Salih jî di nav lîsteya kesên bi wê sepanê hatiye guhdarkirin de be.

Di lîsteya kesên ku telefonê wan bi bernameya Pegasusê hatine guhdarkirin de Serokê Afrîkaya Başûr Cyril Ramaphosa, serokwezîrên Pakistan, Misir û Fasê jî hene.

Rojnameya sereke ya Fransî Le Monde jî ragihandiye ku hikûmeta Fasê hewl daye bi wê bernameyê guhdariya telefona Macron bike.

Hêjayî gotinê ye Macron, serokwezîrê berê Edouard Philippe û 14 endamên payebilind ên din ên hikûmetê di sala 2019an de hedefa operasyona Pegasus a hikûmeta Fasê bûm.

Koşka Qesra Elysee li ser mijarê daye xuyakirin, heger rast be, ew gelek cidî ye û wê ev îfşaat bi tevahî bê zelalkirin.

Kompaniya NSO derbarê îdîayan de 34 welatan têlefonên zêdeyî 600 siyasetmedarên dijber û rayedarên hikûmetê di lîsteyê de ne.

Kompaniya NSO îdiayan red dike û dibêje, gumanên cidî li ser pêbaweriya çavkaniyên wan çêdikin.