Bakirhan: Kurd ji bo mafên xwe temînata qanûnî dixwazin

30 cotmeh 2024 19:48
Bakirhan: Kurd ji bo mafên xwe temînata qanûnî dixwazin

PeyamaKurd - Hevserokê Giştî yê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tuncer Bakirhan di koma partiya xwe ya Parlamentoya Tirkiyê de gotarek pêşkeş kir û bersiv da daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ên derbarê “Biratiya Tirk û Kurdan û xwedîbûna Komara Tirkiyeyê”.

Bakirhan got ku Komara Tirkiyê ji damezrandina xwe ve nekariye bibe Komara Kurdan û diyar kir, daxwaziyên Kurdan eşkere û zelal in.

‘Kurd êdî ne gotinên pûç, temîna qanûnî dixwazin’

Bakirhan got: “Hema dibêjin ‘Kurd çi dixwazin?’ Kurdan hezar û carekê eşkere kir bê ma ew çi dixwazin. Kurd nasname û îradeya xwe dixwazin ku ev 100 sal in ji wan hatine standin. Tiştekî ku neyê fêmkirin nîne. Kurd welatîbûna wekhev dixwazin. Kurd êdî ne gotinên pûç, temînata qanûnî dixwazin.”

Hevserokê DEM Partiyê diyar kir, sedsala yekem li ser înkarkirina Kurdan ava bûye û hêvî xwest ku sedsala duyem bib ya aştiyê.

‘Em amade ne ji zemîna tundiyê derbasî ya siyaset û hiqûqê bibin’

Hevserokê DEM Partiyê li ser hevdîtina hefteya borî ya biraziyê Abdullah Ocalan ku piştî 44 mehan pêk hat jî got: “Tenê vê hevdîtinê jî hêviyek ava kir lê peyama ewil a ku hat ew bû ku tecrîd didome. Tecrîda li ser Ocalan rakin ku hûn jî wî muxatab qebûl dikin, şertên xebata azad biafirînin. Ocalan dibêje, ‘Heke hûn hebin, ez heme, hazir im.’ Desthilat bêhtir dizane bi vê yekê. Bangeke dîrokî heye, em vê ji dest nedin. Em amade ne her tiştî bikin da ku em ji zemîna tundî û pevçûnê derbasî zemîna siyaset û hiqûqê bibin. Werin em rola zordariyê rakin, pêşiya mizakereyan vekin. Gelo aqilê dewletê bi rastî ji bo aştiyê amade ye, plan û bernameyek heye? Me divê em vê bibînin.”

Bo Erdogan: Bila kes me tehdîd neke

Tuncer Bakirhan ji Erdogan re jî got, “Ezmûneke dîrokî li pêşiya te ye, tu serokomar î û avêtina gavan berpirsiyariya te ye.. Em ji bo diyalogê amade ne, kulmên me ne şidandî ne lê bila kes rêçika me diyar neke, me tehdîd neke û heqaretan li me neke.”