Bafel Talabanî derbarê pêvajoya aşitiyê de axivî

06 hezîran 2026 19:12

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafel Talabanî, diyar kir ku ew bawer dike pêvajoya nû ya aştiyê ya ku niha li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê didome dê bi ser bikeve. Talabanî got, ew amade ne hevkariyê bikin da ku piştrast bin ku hemû komên li herêmê bi awayekî adil û wekhev bên temsîlkirin.

Bafel Talabanî derbarê pêvajoya aşitiyê de axivî

RûpelNews - Talabanî, Li Silêmaniyê li Foruma Aborî ya Delphi axivî. Di rûniştina ku ji aliyê rojnamevanê Yewnanî Famîs Papasanasyo ve dihat birêvebirin de, Talabanî nirxandinên xwe li ser têkiliyên Amerîa-Îranê, rewşa ewlehiyê li Iraqê, pêvajoya diyalogê bi Tirkiyeyê re, û têkiliyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de pêşkêş kirin.

Nirxandina pêvajoya li Tirkiyeyê

Talabanî, amaje bi pêvajoya çareseriyê ya berdewam a li Tirkiyeyê kir û got ku ew bawer dike ku ev pêvajo dê pêşve biçe û encamên erênî bide. Talabanî, ku di van demên dawî de bi Balyozê Tirkiyeyê yê li Bexdayê re hevdîtin kiribû, diyar kir ku YNK piştgiriya nûnertiya adil û wekhev a hemû beşên li herêmê dike.

"Divê biryar di çarçoveya desthilata dewletê de bên dayîn"

Talabanî, ku diyar kir Iraq ji ber aloziyên di navbera Amerîka û Îranê de bi awayekî neyînî bandor bûye, anî ziman ku hin komên çekdar bêyî zanîn û erêkirina hikûmetê tevdigerin. Talabanî tekez kir ku desthilata dayîna biryaran li ser mijarên şer û ewlehiyê di destê dewletê de ye û got ku însiyatîfên yekalî di vî warî de nayên qebûlkirin.

Talabanî: Iraq dikara navbeynkariyê bike

Talabanî, ku diyar kir ku divê Iraq di aloziyên herêmî de roleke avaker bilîze, amaje pê kir ku welatê wî di rewşekê de ye ku bikare di navbera Waşington û Tehranê de navbeynkariyê bike.

Talabanî di nirxandina têkiliyên Amerîka û Îranê de bi mînakên dîrokî, destnîşan kir ku pevçûnên demdirêj ên di navbera her du aliyan de çareseriyên mayînde bi xwe re neanîne. 

Behsa derfetên razemeniyê yên Silêmaniyê kir

Di dawiya axaftina xwe de, bi ronîkirina potansiyela veberhênanê ya Silêmaniyê, Talabanî diyar kir ku hêza herî mezin a bajêr ne di çavkaniyên xwezayî de lê di sermiyanê xwe yê mirovî de ye. Talabanî bang li veberhêner û şîrketên navneteweyî kir ku ji hêza kar a jêhatî ya herêmê sûd werbigirin.

Talabanî, ku destnîşan kir ku Soran bi nifûsa xwe ya xwendî, pirzimanî û dînamîk derfetên girîng pêşkêş dike, got ku divê bajar di warê veberhênana cîhanî de were nirxandin.