Erdogan derbarê pêvajoya nû ya çareseriyê de axivî: Hêviyeke mezin a civakê heye

01 tebax 2026 18:35

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li Stenbolê di axaftina li Civîna Meclîsa Şêwirmendiyê ya Herêmî ya Berfireh a AK Partiyê ya Stenbolê derbarê pêvajoya aştiyê de axivî. Erdogan got ku amadekariyên Çarçove Yasayê hatine temamkirin û dê di demeke nêzîk de bê Parlamanetoyê. 

Erdogan derbarê pêvajoya nû ya çareseriyê de axivî: Hêviyeke mezin a civakê heye

RûpelNews - Erdogan destnîşan kir ku pevçûna ku nêzîkî 40 sal in didome, li ser Tirkiyeyê mesrefên giran ên aborî û mirovî ferz kirine û diyar kir ku ji bo çareseriyeke mayînde ya vê pirsgirêkê hêviyeke mezin a gel heye.

Erdogan, ku destnîşan kir ku lêçûna aborî ya pirsgirêkê 2.3 trîlyon dolarî derbas kiriye, got ku gel dixwaze ev mijar careke dawî were çareserkirin.

"Pêşniyara yasayî dê bikeve rojeva Parlamentoyê"

Erdogan, ku destnîşan kir ku wan li gel MHPê, hevkarê xwe yê di Hevpeymaniya Gel de, di tevahiya pêvajoyê de helwesteke avaker û samîmî nîşan daye, got ku wan heta îro gelek caran pabendiya xwe ya bi çareseriyê re nîşan daye. Erdogan da zanîn ku piraniya amadekariyên Çarçove Yasayê hatine tememkirin û wan rojan dê bê Parlamentoyê.

"Em ji rîskan haydar in"

Erdogan her wiha destnîşan kir ku dibe ku hewldan hebin ji bo îstismarkirina pêvajoyê û lê zêde kir ku ew ê li dijî hewldanên buxtan, heqaret û xerab nîşandanê hişyar bimînin.
Erdogan, ku diyar kir ew ê bi aqil û sebir tevbigerin, got ku armanca wan ew e ku astengiyên girêdayî pevçûnê yên li pêşiya Tirkiyeyê rakin û welat di nav hewayeke biratiyê, yekîtiyê û aştiyê de ji bo paşerojê amade bikin.

Banga ji bo rêxistina partiyê ku derkeve kolanan

Di dawiya axaftina xwe de, Erdogan bang li rêxistina partiyê kir ku ji hefteya bê û di seranserê havînê de bi welatiyan re hevdîtinan bikin.

Erdogan bang li wan kir ku armancên pêvajoya çareseriyê ya nû û mesrefa aborî ya şer li ser Tirkiyeyê ji welatiyan re bêjin û xwest ku feydeyên ku welat dê ji çareserkirina vê pirsgirêkê bi dest bixe, bi gel re bên parvekirin.