Amerîka keştiyeke xwe ya şer a mezin dişîne Rojhilata Navîn
Li gorî raporên medyaya amerîkî, keştiya hewavaniyê ya Hêzên Deryayî yên DYAyê USS George H.W. Bush, dê li herêma Fermandariya Navendî (CENTCOM) ya li Rojhilata Navîn were bicihkirin.
RûpelNews - Hat ragihandin ku, wekî beşek ji operasyonên berdewam ên Dewletên Yekbûyiyên Amerîkayê (DYA) yên li dijî Îranê, keştiya hewayî USS George H.W. Bush dê li herêma CENTCOMê a li Rojhilata Navîn were bicihkirin.
Li gorî gelek çavkaniyên ku ji CBS News a amerîkî re axivîne, keştiya hewayî USS George H.W. Bush, ku dikare zêdetirî 80 firokeyan hilgire û wekî 'bingeheke hewayî ya li ser avê' tê binavkirin, di destpêka vê mehê de rahênana xwe ya beriya şandinê temam kir.
Taybetmendiyên keştiyê çi ne?
Bi tîmeke ji zêdetirî 3 hezar kesan û baskekî hewayî yê ji nêzîkî 2 hezar 500 personelan, kapasîteya giştî ya keştiyê di navbera 5-6 hezar personelan de ye û tê gotin ku ew dikare beşdarî operasyonên DYAyê yên li dijî Îranê bibe.
Her wiha tê îdiakirin ku keştiyên şer ên mûşekavêj USS Donald Cook û USS Mason vê hefteyê ji DYAyê derketine deryayê da ku beşdarî operasyonên li dijî Îranê bibin. Hat ragihandin ku keştiyeke din a şer, USS Ross, jî ji DYAyê derketiye, lê belê cihê wê yê dawî hêj nehatiye eşkerekirin.
Li ser Fordê agir derket
Di heman demê de, hatiye ragihandin ku USS Gerald R. Ford, keştiya herî mezin a hewavaniyê ya cîhanê, piştî vemirandina agirê ku nêzîkî du hefte berê li ser wê derketibû, ji bo temîratê gihîşt baregeha Çalakiya Piştgiriya Deryayî ya Souda Bay a li Yewnanistanê.
Ford wekî beşek ji pevçûna Îranê li Deryaya Sor di peywirê de bû.
