CNN: Amerîka xwe ji serekî mezin ê li Rojhilata Navîn re amade dike!
PeyamaKurd – Medyaya Amerîka, radigihîne ku bi şandina keştiyên mezin ên şer ber bi Rojhilatê Derya Spî ve Amerîka xwe ji şerekî mezin ê li Rojhilata Navîn amade dike.
CNNê ragihandiye ku keştiya USS Bataan di dawiya hefteya borî de, ber bi Kanala Suweyşê ve ketiye tevgerê û bi zarê rayedarekî amerîkî diyar kir, ew keştî ji meha Tebaxê ve li Derya Sor bi cih bûye, wê di demeke nêz de bigîhêje Rojhilatê Derya Spî.
Rayedaran daye zanîn ku bi vê pêngavê wê keştî bêhtir nêzî Îsraîl û iubnanê bibe û yek ji erkên keştiyê jî alîkariya derxistina sivîlan e.
Li gorî nûçeya CNNê Amerîka bi şandina keştiyên şer û veguhestina hêzen xwe yên zêdetir ber bi Rojhilata Navîn ve xwe ji şerekî mezin re amade dike.
Beriya niha jî 10ê Tîrmehê û 6ê Tebaxê du keştiyên navdar yên Amerîka USS Bataan û USS Cartel Hall ji eyaleta Virginia bi rê ketibûn û Fîloya 5emîn a Amerîka li herêmê tê bihêzkirin.
Sky Newsê jî daye xuyakirin ku berpirsên Koşka Spî amadekariyan ji bo destpêkirina şerekê nû li Rojhilata Navîn dikin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin