Fermandarê Amerîka: Îran gefa herî mezin a li Rojhilata Navîn e

08 hezîran 2021 13:29
Fermandarê Amerîka: Îran gefa herî mezin a li Rojhilata Navîn e

PeyamaKurd – Amerîka ji ber bikaranîna droneyên biçûk ji aliyê Heşda Şebî ve ji bo êrîşkirina li ser baregehên wan ên leşkerî li Iraqê, dilgiraniya xwe derbirî û da zanîn, ew amade ne rûbirûyî her êrîşeke çekdarî bibin.

Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê Kenneth McKenzie di konferanseke rojnamevanî de diyar kir, leşkerên wan li Iraqê amade ne rûbirûyî her êrîşeke çekdarî bibin û berevaniya xwe bikin.

McKenzîe ji bo Îranê eşkere kir: “Heta niha ev welat, lîstikên xwe yên xerap dewam dike û gefa herî mezin a li Rojhilata Navîn e.”

General Kenneth McKenzie diyar kir: “Ev êrîş bi armanca xistina fişarê li ser hêzên Amerîka ye ji bo ji Iraqê derkeve.”

Mackenzie herwiha tekez kir: “Hêzên Amerîkî, li ser daxwaza Hikûmeta Iraqê li Iraqê ne û armanca hebûna Amerîka li herêmê, ji bo rê nede Îranê ku çalakiyên xwe yên xerab berdewam bike.”

Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîka, derbarê dosya Sûriyê de jî da zanîn: “Hebûna Amerîka li Sûriyê, ji bo şerê li dijî DAIŞê ye.” Herwiha eşkere kir, hêzên wan beşdarî operasyonên leşkerî nabin û tenê piştevaniyê didin Hêzên Sûriyeya Demokratîk.”