Ji Îranê gefa erîseke Îsraîlê: Pergala pêsketî ya Amerîka jî nikare pêsiya êrîsa me bigre!

18 cotmeh 2024 22:32
Ji Îranê gefa erîseke Îsraîlê: Pergala pêsketî ya Amerîka jî nikare pêsiya êrîsa me bigre!

PeyamaKurd – Li demeke ku tê gotin, kabîneya Îsraîlê plana êrîşa bersivdana êrîşa moşekên balîstîk ya 1ê Cotmehê ya Îranê pesend kiriye, ji Îranê jî gefa bersiva êrîşeke nû hat.

Fermandarê Supaya Pasdarên Îranê Huseyîn Selamî, li ser egera êrîşeke Îsraîlê bi ser xaka Îranê de got, “Em ji Îsraîlê re dibêjin, ger hûn xetayekê bikin û êrîşî hedefên me bikin, em ê jî bi awayekî xedar dîsa li we bidin.”

Selamî herwiha îdia kiriye ku Îran dikare pergalên berevaniya asmanî yên Îsarîlê derbas bike û pergala berevaniya asmanî ya pêşketî ku Amerîkayê ji Îsraîlê re şandiye jî nikare rê li ber êrîşa wan bigre.