DYA hêzên nû dişîne Rojhilata Navîn: Keştiyeke firokeyan û 5 hezar leşker
Hêzên Deryayî yên DYAyê ragihand ku keştiya firokeyan USS Theodore Roosevelt, ligel nêzîkî 5 hezar personelan, dê di hefteyên pêş de li Rojhilata Navîn were bicihkirin. Her çend mîsyon bi awayekî fermî ji bo herî kêm heft mehan hatiye plankirin jî, ferman li ekîbê hatiye dayîn ku xwe ji bo bicihkirineke heşt mehan amade bikin.
RûpelNews - DYA xwe amade dike ku bi keştiyeke nû ya balafirhilgir hebûna xwe ya deryayî li Rojhilata Navîn, cihê ku alozî bi Îranê re berdewam dikin, xurt bike.
Berpirsên Hêza Deryayî ya DYAyê ragihandine ku keştîya balafirhilgir USS Theodore Roosevelt (CVN-71), ligel nêzîkî 5 hezar personelî, dê di hefteyên pêş de ji bo herêmê were şandin.
Serekê Çawîşên Deryayî John Perryman ji USNI News re got ku ev şandin dikare ji heft mehan dirêjtir bidome û diyar kir, "Ew dizanin ku ew ê ji heft mehan zêdetir li wir bimînin. Fermandarên wan ji wan re gotine ku ji bo heşt mehan planê çêkin."
Erkên dirêj bandoreke neyînî li ser ekîbê dikin
Biryara şandina keştiyê li dû şandina USS Abraham Lincoln a bo Rojhilata Navîn tê, ku nêzîkî 250 rojan dom kiribû.
Li gorî raporên di çapemeniya amerîkî de, erkê dirêj a Abraham Lincoln bêyî ku li benderê bisekine, zexteke psîkolojîk xistiye ser ekîbê û bûye sedema pirsgirêkên dabînkirinê.
USS Abraham Lincoln, ku hefteya borî erkên xwe li herêmê radestî USS George Washington kiribû, tê payîn ku di rojên pêş de li Taylandê bikeve benderê.
Her çend USS George H.W. Bush jî li Rojhilata Navîn amade be jî, hatiye ragihandin ku USS Theodore Roosevelt dê di pêşerojeke nêz de cihê USS George Washington bigire.
"Dijmin jî xwedî gotin e"
Admîral Daryl Caudle, Fermandarê Operasyonên Deryayî yên DYAyê, qebûl kir ku alozîyên bi Îranê re û pêdiviyên leşkerî yên li herêmê barekî giran dixin ser fîloya DYAyê.
Caudle, ku diyar kir ew dixwazin demên bicihkirinê pêşbînîtir bikin, got, "Ez bicihkirinên heft mehî tercîh dikim û bi tundî li dijî dirêjkirina mîsyonan im. Lêbelê, mixabin, di meydanê de gotina dijmin jî heye."
