Amerîka: Em pistgiriya lihevhatina Suriye û Tirkiyeyê nakin
PeyamaKurd- Ji aliyê Berdevkiya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ve cara yekemîn li ser hegera asayîkirina pêwendiyan a Tirkiye û Suriyeyê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ew wekî rayedarên Amerîkayê, piştgiriya asayîkirina têkiliyên herdu welatan nakin.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Vedant Patel, bersiva pirsên rojnammevanan da û bal kişand ser helwesta neyînî ya Amerîkayê.
Li ser pirsa ‘Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê gotiye ku tu şerteke me ya pêş, li pêşiya hevdîtina ligel hikûmeta Suriyeyê tuneye. Gelo Amerîka çawa vê nêrînê dinirxîne?’
Berdevkê Wezaretê Patel got, “Rêveberiya Amerîkayê, dê piştgiriya hewilên asayîkirin û başkirina ligel Beşar Esad neke. Neyeta Amerîkayê tuneye bi rejîma Esad re têkiliyên xwe yên dîplomatîk baş bike û Amerîka naxwaze welatên din jî ligel rejîmê, têkiliyên xwe asayî bikin.”
Patel bal kişand ser dorpêçên Amerîkayê yên li ser Suriyeyê û got,
“Heta pêşveçûneke rasteqîn û mayînde ya çareseriyeke siyasî çênebe, em ê dorpêçên li ser Suriyeyê ranekin û em ê nêzîkahiya xwe ya li hember ji nû ve avakirina Suriyeyê jî neguherînin.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin