Gumanbarê ku Amerîka li pey wî bû li Tirkiyeyê hat girtin

23 hezîran 2026 12:46

Îbrahîm Khaldoon Hîlmî yê ku wek mezintirîn dozên sextekariya tenduristiyê di dîroka Amerîkayê de tê tohmetbarkirin li Tirkiyeyê hate girtin û radestî Amerîkayê hat kirin.

Gumanbarê ku Amerîka li pey wî bû li Tirkiyeyê hat girtin

RûpelNews - Rêveberê FBIyê Kash Patel ragihand ku Îbrahîm Khaldoon Hîlmî yê ku ji Gulana 2025an ve fîrarî bû û li Amerîkayê bi pîlana sextekariya Medicare (kerta tenduristiyê) ya 3.7 milyar dolarî tê tawanbarkirin, li Tirkiyeyê hatiye girtin û ew radestî Amerîkayê hat kirin.

Patel der barê mijarê de daxuyaniyekê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî parve kir û diyar kir ku Hîlmî bi "organîzekirina pîlaneke mezin ji bo sextekariya 3.7 milyar dolarî li ser Medicare" tê tawanbarkirin. Patel ragihand ku Hîlmî li derveyî welat hatiye girtin û da zanîn ku spasiya Tirkiye jî dikin ku di proseya girtina wî de rola wan hebû. Her wiha Partel bal kişand ser rola Tom Barrackê Balyozê Amerîkayê yê li Trikiyeyê jî ku ji bo girtina Hîlmî hewl da.