Graham: Kongreya Amerîka li dijî firotina F-35 bo Tirkiyeyê ye
Senatorê Amerîkayî Lindsey Graham da zanîn ku di Kongreyê de gelek senator li dijî vê yekê ne ku Tirkiye beşdarî bernameya balafirên şer ên F-35 bibe.
RûpelNews - Senatorê karîger ê Komarparêz û nêzîkî Serokê Amerîkayê ye Lindsey Graham der barê kirîna balafirên şer ên F-35an de bo Tirkiyeyê daxuyanî dan.
Lindsey Graham got: "Serokê Trump der barê kirîna F-35an de helwesteke erênî nîşan dide Tirkiyeyê lê belê endamên Kongreyê di vê mijarê de helwesteke erênî nîşan nadin. Dema ev mijar di Kongreyê de bê gotûbêjkirin bêguman hin êşe dê rû bidin. Yewnenîstan û Îsraîl jî tesîr li ser helwesta endamên Kongreyê dikin."
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump di çarçoveya lûtkeya NATOyê de îro li Enqereyê dê bicivin.
The New York Times jî ragihand ku Trump di civîna îro de ji bo kirîna F-35 an bo Tirkiyeyê dê dê bêje erê.
Tirkiye di 2017an de ji ber ku ji Rûsyayê S-400 a pergala bergiriyê standibûn ji hêla rêveberiya Trump ve di sala 2019an de ji bernameya F-35an hatibû derxistin. (Çavkanî: Oksijen)
