Almanyayê Tirkiye xist lîsteya sor!

13 tebax 2021 21:26
Almanyayê Tirkiye xist lîsteya sor!

PeyamaKurd – Hikûmeta Almanya piştî Îsraîl û Amerîkayê Tirkiye jî xist lîsteya sor xeteriya zêde ya vîrusa koronayê.

Li gorî zanyariyan wê Almanya ji bo kesên ji welatên Tirkiye, Îsraîl û Amerîkayê serdana Almanya bikin, karantînaya neçarî ya herî kêm 5 rojan bisepîne.

Hat diyarkirin ku kesên derzîya koronayê li xwe nedabin, wê herî kêm pênc rojan bêne karantînakirin ku ji roja Sêşema bê ve ev biryara Almanyayê dikeve pratîkê.

Li gorî biryarê geştiyarên ji wan her sê welatan biçin Almanyayê heger belgeya xwe ya derziya koronayê nîşan nedin wê deh rojan bikevin karantînayê û dema testa wan negatîf derkeve jî wê di 5 rojan de karantînaya wan bidawî bibe.