SOHR: HSDyê 2 balafirên bêmirov ên Tirkiyeyê xistin
25 adar 2025 16:59
PeyamaKurd – Saziya ji bo Mafê Mirov a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) 2 balafirên bêmirov ên Tirkiyê xistin xwarê.
Hate ragihandin ku dema ku wan her du balafirên bêmirov di ser devereke nêzîkî bendava Teşrîn ya li Minbicê re difiriyan hatin xistin, lê piştî xistinê mayîn û parçeyên wan tu ziyanên canî negihandine kesî.
SOHRê ku xwe spart jêderine nêzî HSDyê, her weha di heman raporê de diyar kir ju di 22yê Adarê de jî endamên HSDyê li bejahiya Til Temirê ya li bakurê Hesekê jî, droneke artêşa Tirk xistine xwarê, berî ku êrîşeke hewayî bi ser çeperên leşkerî yên HSDyê.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Serê li Bendava Tisrînê didome: HSDyê droneke Tirkiyeyê xist xwarê
12 sbt 2025
Jiyan
Artêsa Sûdanê bi balafirên bêmirov li depoyên RSFê xist
21 mjd 2025
Jiyan
Peymana Brîtanya û Tirkiyeyê: 44 balafirên Eurofighter wê werin kirîn
28 cot 2025
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin