Bi firokeyên bêmirov êrişî keştiyeke barhilgir a Tirkiyeyê hat kirin

29 gulan 2026 11:20

Hate ragihandin ku Rûsyayê bi firokeyeke bêmirov êrîşî keştiyeke barhilgir a ku tê gotin ya Tirkiyeyê ye û ji Odesa ber bi Tirkiyeyê ve diçû, kiriye û di encamê de du kes birîndar bûne.

Bi firokeyên bêmirov êrişî keştiyeke barhilgir a Tirkiyeyê hat kirin

RûpelNews - Di daxuyaniyeke ku ji aliyê rêveberiya Kîevê ve hat weşandin de, hate destnîşankirin ku keştiya barhilgir a barê hişk a Tirkiyeyê ya bi ala Vanuatuyê, ku ji Odesa ber bi Tirkiyeyê ve diçû, rastî êrişê hat.

Dîmenên destpêkê yên ji cihê bûyerê nîşan dan ku keştiyeke zirar dîtibû û tîmên agirkujiyê li ser keştiyê operasyonên sarkirinê dimeşandin.

Hat ragihandin ku keştî ji aliyê droneke Rûsî ve hatiye armangirtin.
Li gorî agahiyên ku di medyaya Ukraynî de hatine ragihandin, her du deryavanên ku di êrîşê de birîndar bûn, rakirin nexweşxaneyê.

Digel ku şerê Ukrayna-Rûsyayê berdewam dike, di mehên dawî de li Deryaya Reş bûyerên bi vî rengî qewimîne. Herî dawî, di meha Adarê de, keştiyeke tanker a Tirkiyeyê ji aliyê wesayîteke deryayî ya bêmirov ve hatibû lêdan.