Keştiyeke ku 270 kes tê de bûn, li peravên Qibrisê wergeriya

30 tebax 2026 14:18

Keştiyeke rêwiyan, ku ji Bendera Gîrneyê ya Bakurê Qibrisê derketibû û dihat ragihandin ku nêzîkî 270 kes tê de bûn, bi qasî 2 kîlometre dûrî peravê wergeriya. Digel ku hin rêwiyên ku hilkişiyabûn ser keştiya wergeriyayî li benda rizgarkirinê bûn, li gorî raporên destpêkê 10 kes hatin rizgarkirin.

Keştiyeke ku 270 kes tê de bûn, li peravên Qibrisê wergeriya

RûpelNews - Ferîboteke rêwiyan ku ji Bendera Gîrneyê derketibû, bi qasî 2 kîlometreyan dûrî peravê wergeriya.

Hat ragihandin ku nêzîkî 270 kes li ser keştiyê bûn.

Piştî bûyerê, sê keştiyên parêzvanên peravê û sê keştiyên sivîl ber bi herêmê ve hatin şandin. Her wiha, ambûlans û tîmên polîsan jî ji bo alîkariya hewldanên rizgarkirinê ber bi cihê bûyerê ve hatin şandin.

Serokwezîrê Qibrisa Bakur Unal Ustel, ragihand ku di keştiyê de mirî hene û wan hemû çavkaniyên berdest ji bo operasyona rizgarkirinê seferber kirine.

Rêwiyan xwe avêtin ser keştiya wergeriyayî

Dîmenên ji cihê bûyerê nîşan dan ku keştîya rêwiyan bi temamî wergeriyaye.

Dîmenan nîşan dan ku hin rêwî li benda tîmên rizgarkirinê, hildikişiyan ser keştiya wergeriyayî.

Di qonaxa destpêkê de 10 kes hatin rizgarkirin

Wezîrê Karên Giştî û Veguhestinê yê Qibrisa Bakur, Erhan Arikli, ragihand ku 10 kesên ku ji keştiyê hatibûn rizgarkirin, radestî ambûlansan hatine kirin.

Hat ragihandin ku operasyonên rizgarkirinê li herêmê berdewam dikin da ku bigihîjin rêwiyên din ên li ser keştiyê.