Li Tengava Hurmuzê keştiyeke petrolê hatiye lêdan!
Li Tengava Hurmuzê, ku bûye yek ji xalên sereke yên aloziyê li Rojhilata Navîn, keştiyeke petrolê ji ber cebilxaneyên nenas hatiye lêdan. Di êrîşê de du endamên ekîbê bi sivikî birîndar bûn, lê keştiyê rêwîtiya xwe bi hêza xwe domand.
RûpelNews - Operasyonên Bazirganiya Deryayî yên Brîtanyayê (UKMTO) ragihand ku keştiyeke tanker a ku di Tengava Hurmuzê re derbas dibû, hatiye lêdan.
Li gorî daxuyaniya UKMTOyê, ku xwe dispêre çavkaniyên leşkerî, tanker ji ber guleyeke ku çavkanî û cureyê wê hêj nehatiye naskirin, hatiye lêdan.
Di êrîşê de du endamên ekîbê bi sivikî birîndar bûn. Hat ragihandin ku keştiyê bi hêza xwe rêwîtiya xwe ber bi bendera xwe ya din ve domand.
Piştî bûyerê ti qirêjiya jîngehê nehat tespîtkirin. UKMTOyê bang li keştiyên ku di herêmê re derbas dibin kir ku hişyar bimînin û her çalakiyeke gumanbar ragihînin.
Çûnûhatina keştiyan li Tengava Hurmuzê kêm bûye
Êrîş di demekê de pêk hat ku keştiyên bazirganî yên li Tengava Hurmuzê bi awayekî li pey hev bûn hedef û çûnûhatina deryayî bi awayekî berbiçav kêm bûye.
Li gorî daneyên şopandina keştiyan ên Reutersê, di dawiya hefteyê de 17 keştiyên barhilgir di Tengava Hurmuzê re derbas bûn. Hefteya berê, ev hejmar 37 bû. Beriya pevçûnên li herêmê, her roj bi qasî 125 keştiyên mezin ên bazirganî di tengavê re derbas dibûn.
Êrîşên li Tengava Hurmuzê, ku yek ji xalên herî girîng ên stratejîk ên cîhanê ji bo bazirganiya petrolê ye, herwiha fikarên derbarê dabînkirina enerjiya cîhanî de zêde dikin.
