Trump: Ez ê Tengava Hurmuzê wekî axa Amerîkayê ragihînim

14 tebax 2026 23:51

Serokê Amerîkayê Donald Trump, dema ku derbarê Îranê de axivî, daxuyaniyeke balkêş da.

Trump: Ez ê Tengava Hurmuzê wekî axa Amerîkayê ragihînim

RûpelNews - Trump di çalakiyeke li Akademiya Polîsan a Nassau County li New Yorkê de axivî û got ku piştî têkbirina Îranê, ew ê Tengava Hormuzê wekî axa Amerîkayê ragihîne.

Trump diyar kir: "Piştî ku ez Îranê bi temamî têk bibim, ez ê di demeke nêzîk de Tengava Hormuzê wekî axa Amerîkayê ragihînim."

Trump îdia kir ku Hêza Deryayî ya Amerîkayê li Tengava Hormuzê dorpêçê pêk tîne û tekez kir: "Ti keştî bêyî destûra me nikare derbas bibe."

Herwiha Trump da zanîn ku zextên li ser Tehranê dê berdewam bikin û got ku ew ê rê nedin Îranê ku xwediyê çekên nukleerî be.