Li peravên Qibrisê keştiya rêwiyan wergeriya: 8 kes mirin

30 tebax 2026 19:28

Keştiyeke rêwiyan a ku 267 rêwî û ekîb tê de bûn, li peravên Gîrneya Bakurê Qibrisê wergeriya. 8 kesan jiyana xwe ji dest da, 23 kes jî winda bûn. Li gel kaptanê keştiyê 8 kes hatin desteserkirin.

Li peravên Qibrisê keştiya rêwiyan wergeriya: 8 kes mirin

RûpelNews - Hat ragihandin ku ferîboteke bi navê FILOJET li peravên Gîrneya li Bakurê Qibrisê wergeriya.

Wezîrê Karên Giştî û Veguhestinê yê Bakurê Qibrisê Erhan Arikli ragihand ku bi giştî 267 kesan li ser keştiyê bûn ku ji 258 rêwî û 9 endamên ekîbê pêk dihatin. 

Serokwezîrê Bakurê Qibrisê Unal Ustel da zanîn ku ji keştiya wergeriyayî ya ku 267 kesan tê de bûn, 237 kesan hatine rizgarkirin, 7 kesan jiyana xwe ji dest dane û lêgerîn ji bo 17 kesan berdewam e.

Ustel diyar kir ku di çarçoveya lêpirsînê de kaptanê keştiyê û 7 endamên ekîbê hatine desteserkirin.