Keştiya li Gîrneyê wergeriyabû: 9 gumanbar hatin girtin
Derbarê qezaya keştiyê ya li Gîrne ya Qibrisê de ku 8 kesan miribûn digel kaptanê keştiyê 9 gumanbar hatin girtin.
|
Türkçe
RûpelNews - Keştiya rêwiyan a ku duh (30ê Tebaxê) derdora saet 12:30ê nîvro ji Bendera Gîrneyê ya li Bakurê Qibrisê ber bi Bendera Taşucuyê ya li Mersînê ve bi rê ketibû, piştî ku ji benderê derket û nêzîkî 4 mîlan (2 kîlometre) ji peravê dûr ket, ket bin avê.
Ji ber pêlên mezin keştî binav bû û heya 514 metreyî ket binê avê.
Di keştiya ku noq bû û tê da 267 kesan hebû 8 kesan jiyana xwe ji dest dan. 18 kesan jî wenda ne.
Derbarê qezaya keştiyê de lêpirsîn hat destpêkirin.
Ji 14 gumanbarên ku hatin binçavkirin 9 kes ku di nav de kaptanê keştiyê jî heye hatin girtin.
