Otobûsa rêwiyan wergeriya: 22 kes birîndar bûn

22 tebax 2026 11:43

Li Afyonkarahisarê, di encama ji kontrolê derketin û wergerîna otobûseke rêwiyan de, 22 kes birîndar bûn.

Otobûsa rêwiyan wergeriya: 22 kes birîndar bûn

RûpelNews - Bûyer li Rêyên Hevbeş ên Tınaztepeyê yên li navçeya Sinanpaşayê pêk hat. Li gorî agahiyên destpêkê, otobûseke rêwiyan a cureya Temsa Setra girêdayî kompaniya "Gold İstanbul" ku ji Stenbolê ber bi Antalyayê ve diçû dema gihîşt cihê rêyên hevbeş, li bariyeran ket û wergeriya. Piştî bûyerê, gelek tîmên cendirme, tenduristî û agirkujiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Tîmên tenduristiyê yên ku gihîştin cihê bûyerê, 22 kesên birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyan.

Niha tîmên rakirin û paqijkirinê dixebitin da ku otobûsa wergeriyayî ji ser rê rakin.