Li Ezirganê otobûsa rêwiyan wergeriya: 22 rêwî birîndar bûn
28 mijdar 2021 14:26
PeyamaKurd - Li navçeya Gêrcanis a bajarê Ezirgan ê Bakurê Kurdistanê otobûsa rêwiyan wergeriya û di encam de 22 kes birîndar bûn ku rewşak yek ji birîndaran giran e.
Hat ragihandin ku otobûsa Unal G. ajokarê wê bû, li ser rêya Ezirgan-Sewasê nêzîkî gundê Akarsu yê navçeya Gircanisê ji kontrolê derket û wergeriya qeraxa rê.
Li gorî zanyariyan di bûyerê de 22 kes birîndar bûn ku rewşa tenduristiya yek ji birîndaran giran e. Birîndar bi ambûlansan ji bo Nexweşxaneya Dewletê ya Gircanis û Erzînganê hatine veguhestin.
Otobûs rêwiyan ji bajarê Îzmîrê bi rê ketibû û diçû bajarê Îdirê yê Bakurê Kurdistanê.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Otobûsa rêwiyan wergeriya: 26 kes birîndar bûn
29 îln 2019
Jiyan
Otobusa rêwiyan wergeriya: Gelek birîndar hene!
11 cot 2024
Jiyan
Trêna rêwiyan wergeriya: 3 mirî, zêdetirî 50 birîndar
27 hzr 2024
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin