Li peravên Tirkiyeyê wesayîta deryayî ya bêmirov hat dîtin

30 tebax 2026 19:50

Wesayîteke deryayî ya bêmirov li peravên Samsunê li Tirkiyeyê, hat dîtin. Tîmên ewlekariyê dest bi lêpirsînê kirin.

Li peravên Tirkiyeyê wesayîta deryayî ya bêmirov hat dîtin

RûpelNews - Masîgirekî li navçeya Çarşambayê ya Samsunê ya li Tirkiyeyê ku idkeve ser sînorê Derya Reş dema ku li ber peravê dimeşiya, di deryayê de wesayîta deryayî ya bêmirov dît.

Li ser vê yekê xeber hat şandin tîmên cendermeyan.

Tîmên pispor û tîmên jendirme çûn peravê û dest bi xebatê kirin.

Hat ragihandin ku dê di encama lêpirsînê de eslê wesayîta deryayî ya bêmirov û armanca ku jê re dihat bikaranîn, dê eşkere bibe.