Hikûmet, ji bo cotkaran ji Bexdayê daxwaza dadperweriyê dike
Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî îro (17.06.2026) li Hewlêra paytext civiyan.
RûpelNews - Di civînê de li ser biryar û raspardeyên taybet bi lezkirina karên îdarî yên malnişînên (teqawîdên) nû, pêkanîna komîteyekê ji bo teqawîdiya endamên encûmenên parêzgehan û şopandina bi Bexdayê re ji bo wergirtina dadperwerane ya genimê cotkaran û çespandina şayîsteyên Herêmê di budçeya hakimî de, gotûbêj hatin kirin.
Gavên lezgîn ji bo mûçeyên teqawîdên nû
Di destpêka civînê de, Serokwezîr bal kişand ser rewşa wan karmendên ku teqawîd bûne û hêj mûçeyên xwe wernegirtine. Di vê çarçoveyê de, tekezî li ser giringiya çareserkirina vê mijarê bi awayekî lezgîn û yasayî hat kirin. Raspardeyên pêwîst bi wezaret û aliyên peywendîdar hatin dayîn ku bi hemahengiya digel dezgehên peywendîdar ên hikumeta federal, hemû gavên yasayî û îdarî bigirin ber ji bo dabînkirina mûçeyên teqawîdiya wan kesan ji roja şayîstebûna wan ve.
Mekanîzmeka dadperwerane ji bo wergirtina genim
Encûmena Wezîran mijara wergirtina berhemên genimê cotkarên Herêma Kurdistanê ji bo werzê çandiniyê yê îsal ji aliyê hikumeta federal ve bi hûrgilî gotûbêj kir. Wezîrê Çandinî û Çavkaniyên Avê raporeke hûrgilî ya pişta xwe bi zanyarî, data û hejmaran girêdayî, pêşkêş kir. Di raporê de bal hat kişandin ser astengên li ber wergirtin û bazarkirina berheman. Piştî gotûbêjên berfireh, Encûmena Wezîran biryar da ku peywendî û hemahengî digel aliyên peywendîdar ên hikumeta federal berdewam bin. Wezaretên Çandinî û Çavkaniyên Avê, Bazirganî û Pîşesaziyê û Desteya Veberhênanê hatin raspardin ku mekanîzmeka guncaw ji bo salixdan û bazarkirina genimê cotkarên Herêma Kurdistanê deynin. Herwiha hate tekez kirin ku divê hikumeta federal planê bi awayekî dadperwerane cîbicî bike û taybetmendiyên Herêma Kurdistanê li ber çav bigire.

Komîteya çaralî ji bo teqawîdiya endamên encûmenên bajaran
Di xala duyem a civînê de, mijara şayîstebûna endamên encûmenên parêzgehan a ji bo teqawîdbûnê hat gotûbêjkirin. Biryar hat dayîn komîteyeke taybet ku ji Serokatiya Dîwan, Sekreteriya Encûmena Wezîran û her du wezaretên Navxwe û Darayî û Aborî pêk tê, were damezrandin. Ev komîte wê rêkar û mîkanîzma pêwîst li gorî yasa û rênumayan destnîşan bike da ku mafên wan ên teqawîdiyê yên yasayî bên parastin.
Mafên Herêmê di budçeya hakimî de
Encûmena Wezîran li ser xercên budçeya hakimî yên ji budçeya giştî ya federal bo Herêmê tên terxankirin gotûbêjên hûrgilî kir. Encûmena Wezîran piştgiriya xwe ji bo gavên hikumeta federal ên ji bo çaksazî û rêkxistina sîstema sebeteya xurekê anî ziman, lê tekezî li ser mafê Herêma Kurdistanê kir ku pişka xwe ya şayîsteyî û yasayî ji xercên hakimî wek xurek, derman, bazarkirina genim û piştevaniya enerjî û elektrîkê werbigire. Wezaretên peywendîdar hatin raspardin ku raporeke hûrgilî ya pişta xwe bi bingehên yasayî û destûrî girêdayî amade bikin da ku ev maf di yasaya budçeya federal de bi zelalî bên çespandin.
