Îsraîlê Tirkiye jî di nav de 10 welat xistin lîsteya sor

20 berfanbar 2021 01:05
Îsraîlê Tirkiye jî di nav de 10 welat xistin lîsteya sor

PeyamaKurd – Îsraîlê ji ber belavbûna cûreya nû ye vîrusa korona Omicronê, tedbîrên nû ragihandin.

Li gorî biryara Wezareta Tenduristiya Îsraîlê, Tirkiye jî di nav de 10 welat li lîsteya sor hatine zêdekirin ku wê ti welatiyekî wan welatan nikaribe derbasî nav axa Îsraîlê bibe.

Di daxuyaniyê de hatiye eşkere kirin; ji bo rêgiriya belavbûna vîrusa Omicronê wê ji roja Çarşema bê ve, ti welatiyekî Tirkiye, Brîtanya, Îtalya, Belçîka, Almanya, Macaristan, Portekîz, Kanada û Swîsreyê nikaribe derbasî nav Îsraîlê bibe.

Herwiha hatiye diyarkirin, wê welatiyên ji nexweşiyê baş bûne û vegeriyane Îsraîlê, 7 rojan werin karantînekirin.