Îsraîlê 8 welat ji lîsteya sor a qedexeya gestê derxistin
PeyamaKurd - Wezareta Tendurirstîyê ya Îsraîlê ragihand ku wan ji şeva 7ê Çileyê û şûnde hemû welat, Tirkiye jî di nav de, ji lîsteya sor a qedexeya geştê derxistine.
Îsraîlê bi sedema belavbûna zêde ya cûreya guhertî ya vîrusa korona Omicronê, welatên Amerîka, Îmarat, Tirkiye, Tanzanya, Etiyopya, Meksîka, Brîtanya û Swîsreyê xistibûn lîsteya sor ku welatiyên wan welatan nikaribûn serdana Îsraîlê bikin.
Bi vê biryara nû ya Îsraîlê re, geştên di navbera Îsraîl û wan welatan ji nû ve destpê dikin û çûnûhatina di navbera wan welatan tê asayîkirin.
Wezareta Tenduristiya Îsraîlê herwiha daxwaz ji welatiyên xwe jî kiriye, ji ber li gelek welatên cîhanê mirinên ji ber virûsa koronayê ji Îsraîlê bêhtirin û heta ji wan bê serdana welatên derve nekin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin