Fransayê careke din Tirkiye xist lîsteya sor

27 tebax 2021 22:40
Fransayê careke din Tirkiye xist lîsteya sor

PeyamaKurd - Fransayê piştî zêdebûna pêketinên koronayê careke din Tirkiye ji lîsteya pirteqalî derxist û xiste lîsteya sor.

Balyozê Fransayê yê Enqerê ragihand, “Ji ber nexweşiya koronayê bilez belav dibe û çend cûreyên din jî hatine dîtin, ji 28ê Tebaxa 2021ê ji demjimêr 23:59 pê ve di geştên ji Tirkiyeyê yên bo Fransayê de, wê tedbîr hê zêdetir bibin.”

Di daxuyaniyê de hat gotin, kesên du doz derziya korona ya ji aliyê Ajansa Dermanan ya Ewropayê ve hatiye pesendkirin li xwe dabin, derveyî vê biryarê ne.

Li gorî vê biryara Fransayê wê tenê kesên her du dozên derziya Pfizer/BioNTech li xwe dabin bikarin serdana Fransayê bikin. Berîya Fransayê Brîtanyayê jî Tirkiye xistibû lîsteya sor.