Alî Babacan, spasiya Herêma Kurdistanê kir

23 sibat 2023 19:35
Alî Babacan, spasiya Herêma Kurdistanê kir

PeyamaKurd- Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê Alî Babacan, spasiya welatên ku ji ber erdhejên navenda Mereşê alîkarî şandine Tirkiyeyê kir. Di nav welatên ku Babacan spasiya wan kir de Herêma Kurdistanê jî heye.

Alî Babacan, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek parve kir û bi rêya daxuyaniyê, spasiya hemû welatên ku di dema erdhejên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de çûne alîkariyê û wiha got: "Em spasiya hemû kesên ku di rojên me yên dijwar de bi lez û bez hatine alîkariya me dikin."

Babacan, spasiya xwe bi 8 zimanan kir û bi kurdî jî spasiyên xwe pêşkêş kirin.

Tîmên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Dezgeha Alîkariya Barzanî (BCF), ji bo alîkariya erdhejên ku di 6ê Sibata 2023yan de li Bakurê Kurdistanê qewimîn û navenda wê li Mereşê bûn, wekî tîmên pêşîn çûbûn alîkariyê.

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan jî ji bo alîkariyê ji Serok Mesûd Barzanî re telefon kir û spasiyên xwe pêşkêş kir.