Rayedarê Îranê spasiya Herêma Kurdistanê kir

20 tebax 2023 14:06
Rayedarê Îranê spasiya Herêma Kurdistanê kir

PeyamaKurd -  Cîgirê Wezîrê Navxwe û Serokê Deverên Pîroz ê Îranê Seyîd Muhammed Mîr Ehmedî, ji ber alîkariyên li ser amadekariyên bo derbasbûna geştiyarên Îranê ji sînoran bo merasîmên Erbaîn spasiya Herêma Kurdistanê kir.

Mîr Ehmedî ligel serkonsûlê Îranê yê Hewlêrê serdana deriyê sînorî yê Hecî Omeran kir û li wir ji bo alîkariyên derbasbûna Kerbelayê bo merasîmên Erbaîn ên Şîeyan spasiya hevkarî û alîkariyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.

Li gorî zanyariyan, rojane nêzîkî 70 hezar welatiyên Îranê ji ser deriyê Hecî Omeran derbasî Herêma Kurdistanê dibin û ji wir jî derbasî cihên pîroz ên Şîeyan li Iraqê dibin ku Herêma Kurdistanê ji bo hêsankariya derbasbûnê gelek amadekarî kirine.

Mîr Ehmedî got, “Dixwazim spasiya serokên Herêma Kurdistanê Rêzdar Nêçîrvan Barzanî û Mesûr Barzanî bikin. Ev sala duyem a ji ser deriyê Hecî Omeran serdanên Îmam Huseyîn û Kerbelayê tê kirin. Ji ber amadekariyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê me ev sînor baş bi welatiyan daye nasandin. Rojane herî kêm 50 hezar kes derbas dibe. Her kes di nav deqeyekê de sînor derbas dike. Cihê vehewandinê, tenduristî û xizmetên din pir baş in, spasiya rayedaran dikim.”