Agir ji 4 ciyan de bi navçeya Manavgatê ya Antalyayê ket
PeyamaKurd – Li navçeya Manavgatê ya bi ser bajarê Antalyayê siet li dora 12.00 ê nîvro ya 28 ê têrmehê agir bi daristana nêzî taxa Yeniköyê ket û bi bandrora bayê di demekî kurt de belav bû. Ji bilî vê deverê li 3 ciyên din jî agir pêket û belav bû.
Bi 10 an xanî bûn teraf û 4 taxên navçeyê hatin valakirin. Heya niha 62 kes ji dûmana şewatê zerarê dîtine û 3 kes li nexweşxanê tedawî dibin.
Li navçeyê darên zeytûnan, defne û biîvan û tevî daristanên çamê dişewitin û ji hewa û bejayiyê de bo vemirandina agir xebat tên kirin. Dever bi temamî dûman girtiye bo vemirandina agir balafira vemirandina agir, helikopter û tîmên îtfaiyê yên vemirandina agir yên şaredariya mezin ya Antalyayê mudaxeleyê şewatê dikin.
Kesên li taxa Kalemlerê yên ku xaniyên wan şewitîn wan ji sehayê dûrkirin. Wezîrê Hawirdorê û Bajarvaniyê Murat Kurum got ku ciyê lê agir vemirandine bi 12 tîman tesbîta zerarê dikin û dê alikariya wan bikin.
Qeymeqamê Manavgatê got ku kesên di nav seha şewatê de mane, ji aliyê tîmên AFAD ê, cendirme û îrfaiyê de tên rizgarkirin û neqlî deverên bi ewleh tênkirin. Di şewatê de heya niha kes nemiriye û ji bajarên cîran yên weka Îsparta, Budur û ciyên din tîmên îtfaiyê hatine hawara wan.
Çûn û hata Manvagatê hatiye sînorkirin. Şewat ji ciyê tûrîzmê dûr e. Li Antalya şewat di bin kontrolê de ye. Nexweşxane bo rewşa awarte di amadekariyê de ne.
Bi sedema agir ji 4 ciyan derketiye niha li serê lêkolîn tênkirin bê di bûyerê de qesd heye an na.
Di mijarê de AFAD jî ragihand ku bi 2 balafir, 8 helîkopter, 50 arazoz û bi 2 bûldozeran dixebitin da agir vemirînin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin