Zelenski ji bo agirbestê bang li Putin kir

05 hezîran 2026 10:08

Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenski nameyekê ji Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin re şand û daxwaza agirbestê û hevdîtineke rû bi rû kir.

Zelenski ji bo agirbestê bang li Putin kir

RûpelNews - Ji destpêka şerê Rusya û Ukraynayê ku sala 2022an de dest pê kir, Serokê Ukraynayê Volodimir Zelenski ji bo ku ji Serokê Rûsyayê Putin re bê şandin cara ewil nameyek nivisî.

Zelenski di nameyê xwe de qala guherîna helwesta Amerîkayê kir û diyar kir ku Washington zêdetir bala xwe daye ser şerê Îranê loma tu ji bo bidawîkirina şer divê jê hêvî neyê kirin.

Zelesnki di nameya xwe de banga agirbest û guftugoyê kir û got: " Ez pêşniyaza civînekê dikim. Ji bo cîhê civînê welatekî sêyem û bêalî wek Swîsre, Tirkiye yan jî welatekî Ereb pêkan e û ji bo vê bila dîrok bê eşkerekirin."

Berdevkê Kremlinê Dmitriy Peskov bersiv da nameya Zelenski û got: "Putin hêj ev name nedît, eger Zelenski dixwaze hevdîtinekê bike ew dikare were Moskow."