Bo sînorê Sûriyê tank hatin sewqkirin, Amerîka banga agirbestê kir!

28 rêbendan 2020 16:49
Bo sînorê Sûriyê tank hatin sewqkirin, Amerîka banga agirbestê kir!

PeyamaKurd – Ji ber şer û pevçûnên li Idlibê bo sînorê Sûriyê tank hatin sewqkirin. Yekîneyên tankan bo Reyhanliyê hatin veguhestin.

Ji herêmên cuda yên Tirkiyê bo sînorê Sûriyê tank têne sewqkirin. Di dema sewqkirina tankan de bergiriyên berfireh yên ewlehiyê hatin wergirtin.

Amerîkayê banga agirbesteke bilez li Idlibê kir

Ji aliyê din ve, Wezareta Derve ya Amerîkayê derbarê rewşa Idlibê de daxuyaniyek belav kir û ragihand ku ‎êrîşên bê hincet ên ser xelkê Idlibê şermezar dikin ku bê cudahî sivîlan dikin armanc.‎

Wezareta Derve ya Amerîkayê herwiha daxwaza agirbesteke bilez û bidawîanîna nerehatiyên ser ‎xelkê sivîl li navçeyê dike û amadebûna xwe jî pêşan daye ku bi rêyên dîplomatîk û cezayê aborî bo ser ‎rejîma Esed û her kesê hevkarê rejîmê be were ferzkirin daku dawî li vê rewşê bê anîn.‎