SANA: 13 leskerên Sûriyê li sînorê parêzgeha Reqayê hatin kustin
20 hezîran 2022 16:02
PeyamaKurd – Ajansa fermî ya Sûriyê SANAyê diyar kir, li sînorê parêzgeha Reqayê ya ser bi Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, 13 leşkerên Sûriyê hatine kuştin.
Li gor SANAyê bi nûçeyeke bilez eşkere kir, li Reqayê di "êrîşeke terorîstî" bo ser otobusekê de, 13 leşkerên artêşa Sûriyê hatin kuştin.
Di encama êrîşê de du leşkerên Sûriyê jî birîndar bûne.
Herwiha hat zanîn, êrîş li Cebel Buşra ya li gundewarê Reqayê pêk hatiye û heta niha nehatiye diyarkirin êrîş ji aliyê çi aliyî ve hatiye pêkanîn.
Hat ragihandin ku tu aliyekî berpirsiyariya êrîşa li ser otobusa artêşa Sûriyê ya li Reqayê li xwe negirtiye.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Artêsa Lubnanê li sînorê Sûriyê kete amadebasiyê
10 mjd 2025
Cîhan
SANA: Artêsa Sûriyê li sînorên Tirkiyê hêzên xwe belav dike
14 mjd 2019
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin