Bahçeli: Daxuyaniya PKKê ya agirbestê ne bi îsabet e: Bang hemû koman li xwe digire

09 adar 2025 16:33
Bahçeli: Daxuyaniya PKKê ya agirbestê ne bi îsabet e: Bang hemû koman li xwe digire

PeyamaKurd - Serokê Partiya Tevgera Neteweperest a Tirkiyeyê (MHP) Devlet Bahçeli, li ser banga Ocalan a çekdanîn û xwefesihkirina PKKê daxuyaniyek belav kir.

Bahçelî diyar kir, "Banga 27ê Sibatê ya Îmraliyê, PKK û hemû bask û komên wê bi zelalî girê dide. Îdiayên ku YPG û saziyên wekî wê ji vê bangê azad û bêpar in, bi xwezaya serokatiya damezrîner re bi temamî nakok e."

Bahçeli got "Zêdekirina daxwazên siyasî û hiqûqî bêhişî ye" û got, "Daxuyaniya agirbestê ne daxuyaniyek bi îsabet, bêalî û di cih de ye."

Di dewama daxuyaniyê de Bahçeli wiha got: "Sedsala Tirk û Tirkiyeyê, sedsala aştî û aramiyê ye. Sedsala Tirk û Tirkiyeyê, dema ku dinya diheje, sedsala ewlehiya neteweyî, rûspîtiya mafê biratiya hezar salî, ji rojhilat heta rojava, ji bakur heta başûr, nîşandana xurt a hezkirina gelê me yê delal e.

Ji ber vê yekê, divê PKK û hemû bask û rêxistinên girêdayî wê bi banga dîrokî ya ku ji aliyê Îmraliyê ve di 27ê Sibata 2025an de hatiye kirin re pabend û girêdayî wê bin.

Divê armanca Tirkiyeya bêteror zû pêk were, divê teror ji jiyana me were derxistin. Wekî din, kî be bila bibe, yê ku li derveyî yasayan çekê hildigire dê sizayê herî giran bibîne."