Li Amedê agir derket: 5 kes birîndar bûn

08 gulan 2026 20:25

Li Amedê di şewata ku li otêlekê li nêzîkî Navenda Kirrûbirrê ya Ceylanê derket de, pênc kes birîndar bûn. Hin kes ji ber dûmanê rakirin nexweşxaneyê, her wiha kesekî piştî ku ji qata duyemîn xwe avêt lingê xwe şikand.

Li Amedê agir derket: 5 kes birîndar bûn

RûpelNews - Agir di odeyek otêlê de li hember Navenda Kirrûbirrê ya Ceylanê derket.

Li ser agahdarkirina kesên ku agir dîtin, gelek tîmên agirkujiyê, bijîşkî û polîsan sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Tîmên bijîşkî kesên ku ji dûmana giran bandor bûne derman kirin. Birîndar bi ambulansê rakirin nexweşxaneyan.

Agir zû ji aliyê tîmên agirkujiyê ve hate kontrolkirin û vemirandin. Li ser sedema şewatê lêpirsînek hatiye destpêkirin.