Li wargeha karkeran agir derket: Kesek mir, 6 kes birîndar bûn

17 gulan 2026 13:41

Li navçeya Dulkadiroglu ya Meraşê, di saetên serê sibê de li wargeheke ku karker lê diman li şantiyeyeke avakirina xanîyan agir derket. Karkerek mir û şeşên din jî birîndar bûn.

Li wargeha karkeran agir derket: Kesek mir, 6 kes birîndar bûn

RûpelNews - Li gorî agahiyan, agir li wargeha li taxa Dogukent a navçeya Dulkadiroglu derketîye. Dema ku agir ji wargehê derket, gelek tîmên agirkujiyê, bijîşkî û polîsan sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Piştî operasyoneke sê saetan ku 15 wesayîtên agirkujiyê û 40 personel tê de beşdar bûn, agir hate kontrolkirin.

Karkerekî jiyana xwe ji dest da û şeşên din jî birîndar bûn. Birîndar bi ambulansê ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyên bajêr.

Li ser bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin û lêpirsîn ji bo diyarkirina sedema şewatê berdewam dikin.