Deh xalên ku Îranê ji bo agirbestê pêşkêşî Amerîkayê kirine derketin holê

08 nîsan 2026 09:16

Hûrgiliyên derbarê agirbestiya demkî ya ku di navbera Amerîka û Îranê de hatiye ragihandin derdikevin holê. Îranê ragihand ku pêşniyara wê ya agirbestê ya 10-xalî ya ku pêşkêşî Amerîkayê kiribû, hatiye qebûlkirin.

Deh xalên ku Îranê ji bo agirbestê pêşkêşî Amerîkayê kirine derketin holê

RûpelNews - Serokê Amerîkayê Donald Trump jî diyar kir ku wan pêşniyareke 10-xalî ji Îranê wergirtiye, û destnîşan kir ku pêşniyar bingeheke guncaw ji bo danûstandinan peyda dike û ev pêvajoya du-hefteyî dikare rê li ber lihevkirineke berfireh veke.

Li gorî agahiyên ku ji aliyê Îranê ve hatine parvekirin, 10 xalên ku ji aliyê Amerîkayê ve hatine qebûlkirin ev in:
• Pabendbûna êrişnekirinê
• Berdewamiya kontrola Îranê ya li ser Tengava Hurmuzê
• Qebûlkirina dewlemendkirina uranyûmê
• Rakirin hemû cezayên sereke
• Rakirin hemû cezayên duyemîn
• Rakirin û bidawîkirina biryarên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî
• Rakirin û bidawîkirina biryarên Lijneya Rêveber
• Qerebûkirina hemî zirar û ziyana Îranê
• Vekişîna hêzên şer ên Amerîkayê ji herêmê
• Bidawîkirina dijminatiyê li ser hemû eniyan, tevî yên li dijî Hizbulahê
Amerîkayê hê jî derbarê van xalan de ti daxuyanî nedaye.