Li Bismil a Amedê di wexta lihevhatinê de pevçûn derket: 1 kustî û 11 birîndar hene
PeyamaKurd – Li bajarê Amedê li navça Bismilê li taxa Tekelê di navbera du malbatan de pirsgirêka revandina keçekî hebû lê bi ketina navbeynakaran re ji bo li hev werin, her dû malbat di xwarinê de hatin cem hev.
Her dû malbat li ser xwarinê car din lihev ketin û pevçûn. Di pevçûnê de dar, kevir û çekên giran bikaranîn. Li ser çûna polîsan ji bo ciyê bûyerê, kolanê ji bo çûnûhatinê girtin. Di encama pevçûnê de kesekî hat kuştin, 4 ji wan giran bi temamî 12 kes birîndar bûn.
Tîmên tenduristiyê birîndaran birin nexweşxanên dewletê yên Bismilê û Diyarbekirê. Polîs li ser bûyerê 26 kesan xist binçav.
Kesê kuştî yê bi navê Arda Değer di serî de bi birîndarî birin nexweşxana Tibê ya zankoya Dîcle lê li nexweşxanê can da.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin