Li navçeya Hênê ya Diyarbekirê agir bi daristanê ket
18 tebax 2023 23:14
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku îro 18ê Tebaxê li navçeya Hêneyê ya bajarê Diyarbekir ê Bakurê Kurdistanê, agir bi daristanekê ket ku hewla vemirandina agir didome.
Li taxa Nêribê Axon û Nêribê Yûsifan ên navçeya Hênê ji ber sedemeke nediyar agir bi daristanekê ket ku bilez li beşeke din a daristanê agir belav bû.
Piştî agahdarkirinê tîmên Rêveberiya Daristanan û agirvemirandinê gihîştin cihê bûyerê û dest bi vemirandina agir kirin.
Hate ragihandin ku ji bo vemirandina agir 4 wesayîtên agirvemirandinê, helîkopterek ji hewayê ve û 30 karmend û xelkê navçeyê dixebitin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Navça Hênê (Hani) ya bi ser bajarê Diyarbekirê hejiya
06 brf 2024
Cîhan
Li Diyarbekirê agir bi masîneyekê ket
02 mjd 2024
Jiyan
Li Antakya (Hatay) agir bi daristanê ket û belav dibe
13 trm 2024
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin