Youtuberê muzîka Kurdî: Eyse San û Sivan Perwer soresa sedsalê ne
PeyamaKurd - Bi pêşveçûyîna teknolojîyê ve derfetên zêde çêdibin. Helbet muzîka kurdî jî êdî herî zêde li ser înternetê belav dibe. Yek ji van derfetan jî qanalên Youtube ye. Bîlal Rojava Xortek kurd e bi avakirina qanala xwe ya Youtube ve bi sedan stranên kurdî digehîne aboneyên xwe û dî vê rê de xizmeta gelê xwe û muzîka kurdî dike…
Bîlal Rojava ji PeyamaKurd re dibêje, “Pêşî min dixwest piranî stranên me yî di salên 80 û 90î de yên li ser Youtubeyê nehatine weşandin bar bikim û bikim arşîvekê.”
Te çawa û kengî dest bi vî karî kir, ji kerema xwe re hinek behsa vê çîrokê bike?
Belê, di serî ez dikarim bêjim; ez xizmetkarê çand û hunera kurdî me!
Di zarokatiya xwe de hewesa min li ser muzîkê de hebû. Ez rojekê fikirîm û min ji xwe re got; Youtube heye û tiştên ku ez dixwazim nîşanî millet bidim tê de tuneye? Min jî got; Ezê ji bo xizmeta hunera kurdî qenaleke kurdî ava bikim, tiştên ku millet dixwazin hemû têde hebin. Min di 16’ê Gulanê ya sala 2010’an de dest bi vî karî kir. Dema min destpêkir zêde qenalên kurdî yên aktîf li ser Youtubeyê tune bûn.
Pêşî min dixwest ku; piranî stiranên me yî di salên 80 û 90’î de yên li ser Youtubeyê nehatiye weşandin ez barkim û bikim arşîvekê. Gelek klîb û vîdeoyên wendayî cara yekem min li ser Youtubeyê barkiriye û niha cihê xwe girtine.
Niha ez hemû klîb û vîdeoyên xwe bi qalîteya herî bilind û bi awayekî profesyonelî bardikim. Ez dikarim bêjim di qenala min de hemû rêngên kurdî cihê xwe digirin. Klîbên kurmancî, dimilî, soranî û carna jî yên tirkî didim pêşberî aboneyên xwe. Ji bilî muzîkê, helbestên kurdî jî bardikim.
Qenalên Youtubeyê dema ava dibin zêde nayê naskirin,heta ku cihê xwe bigirin kedek mezin jê re lazim e.
Gelê kurd çîqas eleqe nîşanê muzîka ser youtube dike?
Ew eleqe berê pir kêm bû, lê niha em dibînin hemû muzîk bûye dîjîtal û Youtube. Niha kîjan hunermend albûmekê an jî klîbekê çê dikin, berî televizyonê pêşî li ser Youtubeyê belav dikin. Bêguman hemû kurd Youtubeyê bikar tînin. Gelek peyamên xweş ji me re tên û dibêjin; bi salan em li vê stranê digeriyan û niha em li ser qenala we dikarin guhdar bikin.
Ew klîbên ku tu li Youtube bar dikî tu ji xwedîyê wan destûr distînî gelo?
Kesên ku em wan nas dikin, em destûrê ji wan distînin û klîbên nû ava dikin. Zaten dema klîbên tê barkirin, kîjan qenal bar bike ferq nake heqê wan diçe ji xwediyê wê muzîkê. Heqê telîfê ya kîjan şîrketa muzîkê be, dikare daxwaza rakirina wê jî klîbê bike. Lê şîrket destûra muzîkê didin ku herkes bikar bînin. Em jî gorî wan hereket dikin.
Klîba herî zêde hatîye temaşe kirin kîjan e gelo?
Klîba herî zêde hatiye temaşe kirin ya bi tirkî derdikeve pêş. Ya “Sevcan Orhan – Turnam Başım Darda Benim ” e. Heta niha “7 milyon û 300 hezar” kesî temaşe kiriye. Min ew klîb ji studyoyên TRT’ê wergirt û min barkir, tenê li ser qenala min heye. Sevcan Orhan jî hunermendek deng xweş e û bi salan e ez wê dişopînim.
Heta niha çend aboneyên te çêbûne?
Niha meha nîsanê dike xelas bibe; li gorî dawiya vê mehe; 20 hezar û 600 aboneyên min hene. Roj bi roj jî zêde dibin. Ez dikarim bêjim her meh di navbera 500 û 600 abone zêde dibin.
Tabî çawa zêde dibin, carna jî kêm dibin. Heta roja îro jî nêzî 650 kesî abonetiya xwe vekişandiye.
Aboneyên min li tevahî cihanê hene. Piranî her sê rêzên yekem ev in;
1 – Tirkiye
2 – Almanya
3 – Irak (Herêma Kurdistanê)
Pirsa dawî ji hêla dewletê ve tu heta niha qet rastê astengîyan ve hatî?
Na. Ji ber ku ez klîbên siyasî bikar nayînim tu astengî dernakeve. Rêya siyaset û muzîkê gerek ji hev cûda be. Ji bo ku fikrên siyasî em dibînin gelek neheqî li hunermendên kurd tên kirin. Kurdên ku ji bo fikra siyasî hunera hunermendekî ji bîr bike ew şaş e. Ez vê ya qet qebûl nakim. Hunermend eyneya civakê ye.
Û di dawiyê de ez dixwazim vê ya jî bêjim; Di hunera kurdî de Eyşe Şan û Şivan Perwer, şoreşa sedsala dawî ye.
Bilal Rojava kî ye?
Bîlal Rojava, di sala 1990’î de li gundekî giredayî navçeya Mêrdînê Dêrika Çiyayê Mazî yê hatiye dinyayê. Ji malbatek pênc zarokan e û ew yê biçûk e. Di sala 1994’an de dest bi Dibistana Sereteyî dike. Ew ji pola yekem heta pola sisêyan de li gund dixwîne. Di 7’ê Tîrmeha sala 1997’an de tevî malbata xwe koçî navçeya Mêrdînê Qoserê dike. Paşî li Qoserê diçe dibistinê û ji pola çaran we xwendina xwe dewam dike. Xwendina Lîseyê jî di sala 2005’an de jî lîseya Qoserê xelas dike û dest ji xwendinê berdide. Niha li Mêrdîn dijî.
Li ser muzîka kurdî dixebite. Dûre hewesa xwe davêje ser ziman û çanda Kurdî û ji bo ziman û xwendina xwe yî kurdî pêşde bixe, dikeve nav xebata. Ew bi awayekî zelal bi Kurdî dizane û dinivîsîne. Ji bilî ziman çand û hunera kurdî û bi muzîka kurdî re jî têkildar dibe.
Rêberê wêjeya Kurdî, mîna Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran û Melayê Cizîrî, ji xwe ra mînak dibîne. Wan ji nêz de dişopîne û fikr û raman û helbestên wan dixwîne. Ehmedê Xanî weke Bapîrê xwe dibîne û li pêy şopa wî diçe.
Ji bo Dêrika Çiyayê Mazî
Ez Dêrik im,
Textê qîza Qrêl,
Şilav a Xaba şêrîn,
Xemla Turcela rengîn im...

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin