YNK dixwaze aliyê leskerî bixe destê xwe!

04 tîrmeh 2018 16:26
YNK dixwaze aliyê leskerî bixe destê xwe!

PeyamaKurd- Hêro Îbrahîm dixwaze fermandarên YNKê yên leşkerî yên wekî Kosret Resûl Elî, ji aliyê din dûr bixe û wan bîne cem xwe.

Li gorî agahiyan koma ku di 16ê Cotmehê de Kurdistan teslîmî dijmina kir, niha jî dixwaze hêza YNKê ya leşkerî bixe bin qontrola xwe.

Tê îddakirin ku koma ku bajarên Kurdistanê teslîmî dinminan kir, di bedêla vê îxanetê de bi hezaran warîlê neftê û bi sed hezar dolaran pere standine.

“Di nava YNKê de yekîtiyek nemaye”

Rêvebirê YNKê yê berê Behram Salih di derbarê mijarê de axivî û got ku piştî Celal Talabanî di nava partiyê de qeyraneke mezin heye.

Diyar Muftî jî got ku yekîtiya YNKê nemaye. Hemî jî berjewendiyên xwe difikirin û dixwazin aliyê leşkerî jî bikişînin cem xwe.