NATO dixwaze sîstemên leskerî yên artêsa Iraqê bipês bixe
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Sererkanê Artêşa Iraqê Ebdulemîr Raşîd Yarallah û Fermandarê NATO yê misyona Iraqê General Giovanni M. Iannucci, hevdîtinek pêk anîne û pêşxistina sîstemên leşkerî di nav artêşa Iraqê de gotûbêj kirine.
Wezareta Berevaniya Iraqê li ser hevdîtinê bi daxuyaniyekê ragihand ku di hevdîtinê de şêwirmendê NATO û hin rayedarên leşkerî jî amadehî kirine û mijarên perwerdehiya leşkerî, şêwirmendî û hevkariya leşkerî hatine axaftin.
Hat diyarkirin ku wê bi hevkariya NATOyê sîstemên leşkerî werin pêşxistin û modernîzekirin.
Herwiha hat destnîşankirin ku NATO şirîkeke bihêz a Iraqê ye û di têkoşîna dijî DAIŞê de xwedî roleke mezin bûye.
Fermandarê NATOyê Iannucci jî bal kişand ser berdewamkirina hevkariya leşkerî ligel Iraqê û serkeftina artêşa Iraqê ya dijî terorê bilind nirxand.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin